YEyê li hemberî Rûsyayê li hev kir
Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser dirêjkirina cezayên taybet ên li dijî Rûsyayê ku bandorê li nêzîkî 3,000 kes û saziyan dikin ji bo 36 mehên din li hev kirin. Herwiha ev lihevkirin biryara derxistina karsazên Rûs Alîşer Usmanov û Mîxaîl Frîdman ji lîsteya cezayan jî dihewîne.
RûpelNews - Berevajî pratîka asayî ya nûkirina cezayan di navberên şeş-mehî de, lihevkirina ku ji aliyê balyozên YE ve hatiye kirin, heyameke sê-salî li xwe digire.
Fransa û Slovakyayê destpêşxeriya derxistina Usmanov ji lîsteyê kiribûn, û Lûksembûrgê jî heman tişt ji bo Frîdman pêk anîbû. Hem Usmanov û hem jî Frîdman li dijî cezayan ku cemidandina mal û milkên wan û sînordarkirina geşta wan li xwe digirt serî li rêyên yasayî dabûn.
Lêbelê, Letonyayê li dijî lihevkirinê helwesta xwe ya redkirinê parast. Serokwezîrê Letonyayê Andris Kulbergs diyar kir ku herçend ew piştgiriyê didin dirêjkirina cezayên li ser wan nêzîkî 3 hezar kes û saziyan ji bo sê salan, lê ew qebûl nakin ku ev yek li hemberî derxistina Usmanov û Frîdman ji lîsteyê were kirin.
Ji bo nûkirina cezayên YE, pêwîstî bi razîbûna hemû 27 welatên endam heye. Tê payîn ku piştî welatên endam pêvajoya nivîskî temam bikin, biryara fermî bikeve meriyetê.
