YEyê, wexta givasên li ser kes û dezgeyên Rûsyayê dirêj kir

15 adar 2025 01:08
YEyê, wexta givasên li ser kes û dezgeyên Rûsyayê dirêj kir

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê ji destpêka şerê Rûsya-Ûkraynayê heya îro givaşan danîbû ser 2.400 kes û dezgeyên Rûsyayê û niha bi biryareka dinê wexta givaşên ser wan kes û dezgeyan ji bo 6 mehan dirêj kir.

Ragihandina biryarê ji aliyê seroka komisyona YEyê Ursula von der Leyen de, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand. Leyen got ku zora didin ser Rûsyayê zêde kirine û weha dewam kir:

“Bi sedema êrîşkeriya Rûsyayê ya ser Ûkraynayê zêde bûye, em wexta givaşên ser 2.400 kes û dezgeyên Rûsyayê 6 meh dirêj dikin. Di nav givaşan de seredana wan ya Ewrûpayê, cemidandina heyiyên wan û transfera çavkaniyan hene.”