Talabanî, Muctebayê Rêberê nû yê Îranê pîroz kir
Serokê YNKê Bafil Talabanî, piştî kuştina Elî Xamineyî û hilbijartina kurê wî Mucteba Xamineyî wekî Rêberê nû yê Îranê, peyameke pîrozbahiyê weşand. Talabanî hêvî kir ku ev gav bibe sedema aramî û aştiyê li herêmê.
RûpelNews - Îro (Sêşem, 10. Adar 2026), Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî di daxuyaniyekê de pîrozbahî li Rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê kir. Talabanî di daxuyaniya xwe de got: "Em pîrozbahiyên xwe arasteyî Komara Îslamî ya Îranê dikin bi helkefta destnîşankirina Ayetullah Mucteba Xamineyî wekî Rêberê Bilind ê nû".
"Bibe sedema kêmkirina rageşiyê"
Bafil Talabanî destnîşan kir ku ew hêvî dikin ev guhertin bandoreke erênî li herêmê bike û got: "Em hêvîdar in ku ev gav bibe sedema kêmkirina rageşiyê û peydakirina aramî û aştiyeke berdewam ji bo navçeyê".
Serdemeke nû li Îranê
Ev guhertina dîrokî ya li Îranê, piştî kuştina Rêberê Bilind yê Îranê Elî Xamineyî ji hêla hêrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê pêk hat. Mucteba Xamineyî li şûna bavê xwe rûnişt û bû sêyemîn Rêberê Bilind ê Îranê. Ev peyama pîrozbahiyê ya Bafil Talabanî, di dema êrîşên mûşekî û alozîyên leşkerî yên li herêmê de, wekî hewldaneke dîplomatîk tê nirxandin.
