Sûdanî: Waliyê DAISê yê Iraqê 8 berpirsên wê hatin kustin

22 cotmeh 2024 21:34
Sûdanî: Waliyê DAISê yê Iraqê 8 berpirsên wê hatin kustin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ragihand ku di encama operasyoneke hêzên ewlekariyê de waliyê rêxistina terorîst DAIŞê yê Iraqê Casim Mezrui Ebu Ebdulqadir hatiye kuştin.

Sûdanî li ser medya civakî eşkere kir, di operasyona li çiyayê Hemrînê hatiye kirin de tevî waliyê DAIŞê 8 berpirsên din ên DAIŞê hatine kuştin.

Li aliyê din Fermandariya Hêzên Hevbeş a Iraqê jî ragihand, di operasyoneke bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hatiye kirin de û bi îstixbarateke hesas operasyon hatiye encamdan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Casim Mezrui Ebu Ebdulqadi jî di nav de 9 terorîst hatine kuştin û gelek cebilxaneyên wan jî hatine desteserkirin. Herwiha stargeha wan jî hatiye ruxandin.