Sûdanî kustina waliyê DAISê yê li Iraqê ragihand
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê dest bi operasyoneke qehremanane û bêhempa kiriye.
Sûdanî, îro sêşemê got, “Operasyona hêzên niştimanî yên dijî-terorê bi hevkariya operasyonên hevbeş veşartgeheke DAIŞê li zincîre çiyayê Hemrînê kir armanc û waliyê Iraqî yê DAIŞê û 8 fermandarên payebilind di operasyoneke ‘qehremanane û bêhempa’ ya hêzên ewlehiyê yên Iraqê de hatin kuştin.”
Di berdewama ragihandina xwe de ya li ser hesabê xwe Xê anî zimên, “Terorîzm dê li Iraqê tune bibe. Em ê şaneyên wan bişopînin û wêran bikin heta ku axa me ji hovîtiyên wan were paqijkirin.”
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka alîkariyên îstixbaratî pêşkêşî hêzên iraqî kir.
Casim Mezrûyî yê bi nasnav Ebû Ebdulqadir waliyê DAIŞê yê Iraqê bû ku tê diyarkirin di operasyona navborî de hatiye kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin