Sûdanî û berpirsên Iraqê ji bo zeviyên Kurdên Kerkûkê soz dan Serok Barzanî...

07 hezîran 2023 21:14
Sûdanî û berpirsên Iraqê ji bo zeviyên Kurdên Kerkûkê soz dan Serok Barzanî...

Serok Barzanî ji bo zeviyên Kurdên Kerkûkê kete tevgerê

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, ji bo çareserkirina pirsa zeviyên gundên Topzawa û Tirkelan yên Kerkûkê, bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanê û berpirsên Bexdayê re pêwendî danî.

Berpirsê liqa Sêyemîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê Mihemed Kemal eşkere kir, Serok Barzanî daxwaza rawestandina destwerdana leşkerî li ser zeviyên cotkarên Kurd li navçeyên Kurdistanî kiriye.

Mihemed Kemal got, berpirsên Bexdayê soz dane Serok Barzanî ku dest ji tedbîrên leşkerî berdin û neçin gundên Topzawa û Tirkelan.

Hat diyarkirin ku berpirsên Iraqê soz dane Serok Barzanî ku biryara avakirina komelgeheke niştecihbûnê li gundê Tirkelan ji bo efserên artêşa Iraqê bidin rawestandin.

Hêjayî gotinê ye, ev demek e artêşa Iraqê bi rêya zorê dest datîne ser zeviyên gundiyên Topzawa û Tirkelan ku xelkê herêmê hawara xwe bi Herêma Kurdistanê ve anîbû.