Sûdanî: Serdana Serok Barzanî girîng e, pê serbilind im
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî piştî hevdîtina ligel Serok Mesûd Barzanî li Bexdayê diyar kir ku serdana Serok Barzanî girîng e û di civînê de wan behsa mijarên navxweyî û herêmî kirine.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî got: “Ez îro bi serdana birayê birêz Mesûd Barzanî serbilind im, ev serdana wî bo Bexdayê bi mebesta civîn û gotûbêjan girîng e, ji ber ku ew serkirdeyekî niştimanperwer e û roleke wî ya çalak û bi bandor di proseya siyasî de heye.”
Li ser naveroka civînê jî Sûdanî da zanîn: “Me gotûbêjeke avaker li ser mijarên cuda cuda yên navxweyî û rewşên herêmî kir. Di warê navxweyî de jî me qonaxeke baş di warê avakirina pêwendiyan di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de biriye. Herwiha me çend mijar li ser bingehê destûr û yasayê derbas kirine û niha em ber bi geşepêdana zêdetir û paşerojeke geştir ve diçin ku hemû welatiyên me sûdê ji vejîn û geşepêdanê de bibînin.”
Sûdanî wiha pê de çû: “Rewşa xirab a herêmê û geşedanên li herêmê, beşeke girîng a gotûbêjên me bû. Di vê derbarê de, me tekezî li ser ewlehî, aramî û serweriya Iraqê kiriye, ku Iraq ji meydana nakokiyan dûr bixe û di asta pirsgirêk û nakokiyan de xwedî helwesteke bêalî be.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin