Barrack bo Serok Barzanî: Rola Herêma Kurdistanê girîng e

16 hezîran 2026 18:44

Serok Barzanî pêşwazî li nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Iraq û Sûriyê kir.

Barrack bo Serok Barzanî: Rola Herêma Kurdistanê girîng e

RûpelNews - Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, berî nîvroya roja Sêşemê 16ê Hezîrana 2026an li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyoz Tom Barrack, nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Iraq û Sûriyê kir.

Di hevdîtinê de, nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo karûbarên Iraq û Sûriyê, ligel gihandina silavên Serok Trump ji bo Serok Barzanî, xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî nîşan da û pêzanîna xwe ji bo rol û pêgeha Serok Barzanî di ewlehiya Iraq û navçeyê de anî ziman.

Her wiha tekez kir ku Iraq û navçe pêdivî bi ewlehiyê heye û di vê yekê de Herêma Kurdistanê rol û cîheke girîng di niha û paşerojê de heye. Her wiha sosretiya xwe bi geşbûn û pêşketina Herêma Kurdistanê derbirî û ew wek mînakî wesif kir.

Her di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê her dem faktoreke ewlehiyê bûye û her dem ligel diyalog û çareseriya dîplomatîk bûye ji bo hemû kêşeyên Iraq û navçeyê. Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji kêşeyan, lê bi neheqî çirûskên şer û nakokiyên navçeyê lê ketine. Serok Barzanî her wiha anî ziman ku pêwîst e Rojhilata Navîn ji bo niştecîhên wê ber bi rewşeke ewle û xweşguzeraniyê ve biçe.

Hemahengiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta nû ya Iraqê

Di mijareke din a wê hevdîtinê de, ronahî xistin ser girîngiya karê bi hev re û hemahengiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta nû ya Iraqê. Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê behsa pêwîstiya ewlehîkirin û parastina sîstema siyasî ya Iraqê û parastina rola dewletê di kontrolkirina hêzên çekdar ên nefermî de kir û piştevaniya xwe ji bo Serokwezîrê Iraqê yê federal di pêvajoya daxistina çekan ji destê milîsan û vegerandina wan bin desthilata dewleta Iraqê de dûpat kir.

Derbarê hikûmeta nû ya Iraqê de, Serok Barzanî ligel tekez li ser piştgiriya birêz Elî Zeydî kir û anî ziman ku pêwîst e hemû alî pendan ji xeletiyên borî wergirin û li ser bingeha hevparî, hevsengî û li hevkirinê di çarçoveya destûrê de kar bikin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, di derbarê rewş û hevkêşeyên navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha her du alî li ser wê yekê hevrabûn ku bi hev re li ser komek ji pêşengiyên hevpar ji bo ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê û avakirina dostaniyeke stratejîk a demdirêj di warê aborî û geşedana veberhênanê de kar bikin.