Bexda | Di roja duyem a serdana Serok Barzanî de hevdîtinên girîng pêk hatin

23 mijdar 2018 16:53
Bexda | Di roja duyem a serdana Serok Barzanî de hevdîtinên girîng pêk hatin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî serdana xwe ya Bexdayê ku Pêncşemê dest pê kiribû îrov 23yê Mijdarê jî berdewam dike. Serok Barzanî îro li cihê ku dimîne, pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî kir.

Serok Barzanî doh bi serdaneke fermî çûbû Bexdyaê û bi Serokwezîr Adil Ebdulmehdî, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî û çend kesayetên siyasî yên iraqî re hevdîtin pêk anîn. 

Serok Barzanî di roja duyem a serdana xwe de, îro Înê pêşwazî li Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê Erşed Salihî û şanda pê re kir. Serok Barzanî herwiha pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî kir û digel wî hevdîtinek pêk anî.

Rewşenbîr û kesayetê naskirî yê Iraqê Hesen Elewî çû cihê ku Serok Barzanî li Bexdayê lê dimîne û li wir hevdîtinek pêk anîn.

Hat zanîn di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî û Elewî rewşa siyasî ya Iraqê û geşedanên dawî gotûbêj kirine.

Dîsa di çarçoveya serdana xwe de, îro 23yê Mijdarê Serok Barzanî li Bexdayê bi Serokê Bereya Niştimanî Salih Mutleg re hevdîtinek pêk anî.