Serok Barzanî: Radyoya Dengê Kurdistanê gaveke girîng bû ji bo gihandina peyama gelê Kurdistanê

28 îlon 2024 13:35
Serok Barzanî: Radyoya Dengê Kurdistanê gaveke girîng bû ji bo gihandina peyama gelê Kurdistanê

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta 61 saliya damezrandina Radyoya Dengê Kurdistanê pîrozbahî li radyoya Dengê Kurdistanê kir û hêviya berdewamiya pêşketina radyoyê kir.

Serok Barzanî bi helkefta 61 saliya damezrandina Dengê Kurdistanê peyameke pîrozbayî belav kir.

Bi helkefta salvegera damezrandina Radyoya Dengê Kurdistanê, pîrozbahî li rêveberê radyoyê, xebatkarên wê, alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û gelê Kurdistanê kir û got, "Radyoya radyoyeke şîrîn û bi bandor e. Bîranîna Şoreşa Mezin a Îlonê bîranînek şîrîn û bibandor a radyoyê ye ku bêtir geş bibe û pêş bikeve."

Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku di wan rojên dijwar de damezrandina Dengê Kurdistanê gaveke girîng bû ji bo gihandina dengê şoreşê û qehremaniya Pêşmerge bo berxwedêrên Kurdistan, navçe û cîhanê, Serok Barzanî got: “Bi vê minasebetê, spasiya her kesê ku di berdewamkirina dengê Dengê Kurdistanê de rol lîstine, dikim. Herwiha hêvîdar im ku hûn bi awayekî rast û cidî di warê ragihandinê de xebata xwe bidomînin û nirxên netewî û mirovî biparêzin.”

Radyoya Dengê Kurdistanê ku di şikefteke bajarokê Kasre yê navçeya Çoman a Hewlêrê de hatiye avakirin, di şoreşa Îlonê de rolek lîstiye.