Mesrûr Barzanî bi dengê 88 parlementeran bû Serokwezîrê Kurdistanê
10 tîrmeh 2019 15:44
PeyamaKurd - Îro hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê baweriyê ji Parlamentoya Kurdistanê wergirt. Di danişîna taybet a Parlemana Kurdistanê de Mesrûr Barzanî bi dengê 88 dengan bû Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Qubad Talabanî jî bi 73 dengan bû Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Parlemana Kurdistanê îro 10ê Tîrmehê çarşemê civiya û baweriyê da kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Pêkhateya Kabîneya Nehem bi Serokatiya Mesrûr Barzanî ji 23 kesan pêk tê ku 3 wezîr jê jin in.
Piştî dayîna baweriyê bi kabîneya nehem, bernameya çar salên dahatu ya kabîneya hikûmetê li hola Parlemanê ji parlemantaran û raya giştî re tê eşkerekirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Rojhilata Navîn
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Urdunê re civiya
03 sbt 2026
Jiyan
Mesrûr Barzanî bi serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî re hevdîtin kir
20 sbt 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin