Sûdanî: "Iraq wê jinavbirina rêxistinên terorîst berdewam bike"

26 rêbendan 2025 23:09
Sûdanî: "Iraq wê jinavbirina rêxistinên terorîst berdewam bike"

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî diyar kir ku Iraq ji bo jinavbirina rêxistinên terorîst ber bi pêş ve diçe.

Di daxuyaniyekê de ji aliyê Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ve hat ragihandin, Sûdanî îro Yekşemê 26.01.2025 pêşwazî li Fermandarê hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraq û Sûriyê General Kevin C. Leahy kir.

Di pêşwaziya bi amadebûna Karmendê Karûbarên Amerîka li Iraqê Daniel Rubinstein de, ji bilî rewşa ewlekariya giştî ya navçeyê. Hevkariya berdewam a hêzên ewlehiyê yên Iraqê û şêwirmendên hevpeymaniyê di şopandina paşmahiyên rêxistina terorîst a DAIŞê de hat nirxandin.

Sûdanî di hevdîtinê de dûpat kir ku Iraq wê jinavbirina çekdarên terorîst ên ku êdî ti piştgirî û têkilî bi navendên nifûsê re nemane berdewam bike.

Ew amaje bi wê yekê dike ku di van du salên borî de ji bo kontrolkirina sînorên Iraqê û dabînkirina cih û ewlehiya teknîkî ji bo deverên ku rê ji derbasbûna komên terorîst re vedikin, pêk hatiye.

Di civînê de tekezî li ser pabendiyên hevpeymaniya navdewletî ya li hember Iraqê, berdewamiya bernameyên hevbeş û pêşkêşkirina asta şiyan û kontrolkirina hêzên çekdar ên Iraqê di pêkhateyên cuda yên wan de hat kirin şiyana şopandina her çalakiya ku digel hemî operasyonên bicîhkirina ewlehiyê pêk tê.