Stoltenberg: Karakterê sereke yê bêîstiqrara herêmê Îran e

30 rêbendan 2024 16:03
Stoltenberg: Karakterê sereke yê bêîstiqrara herêmê Îran e

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku "Îran li herêmê bêîstiqrara xwe didomîne" û wiha got: "Ev reftar nayê qebûlkirin ji ber ku ji êrîş û hedefgirtina keştiyên li Deryaya Sor berpirsyar e."

Stoltenberg di kongreyeke rojnamevanî de li Washingtonê hevxemiya xwe ji hikûmet û gelê Amerîkayê re ji bo êrîşa balafirên bêmirov (IHB) li ser leşkerên Amerîkî li nêzîkî sînorê Urdunê û Sûriyê nîşan da.

"NATO Îranê wek karakterê sereke dibîne ku herêmê bêîstiqrar dike û ewlehiyê têk dide." Stoltenberg got, Îran ji piştgirîkirina terorîstên ku êrîşî keştiyên di Deryaya Sor re derbas dibin berpirsyar e.

Jens Stoltenberg got: Reftara Tehranê nîşan dide ku cîhan bêqanûn e, ev jî pêşkeftineke metirsîdar û nayê qebûlkirin e û bi vî awayî karê me yê dabînkirina ewlehiya cîhanê hîn dijwartir dike.

Baregeha bi navê Tower 22 ya li Rukbanê ya li nêzî sînorê Sûriyeyê ya li Urdunê, 28ê Çileyê bi şev bi êrîşeke balafirên bêmirov ên bombebarkirî hat hedefgirtin.

Di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) de hat ragihandin ku 3 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dane û 34 leşker jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin diyar kir ku ew zanyariyan derbarê êrîşê de kom dikin û milîsên nêzîkî Îranê jî bi beşdariya di êrîşan de tohmetbar kirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniya xwe ya yekem a piştî êrîşê de diyar kir ku ew ê bertekên tund nîşanî êrîşa balafirên bêmirov ên ku li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin bidin.