Stoltenberg: Îran aramiya herêmê têk dibe
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ewlehiya Rojhelata Navîn û ya cîhanê wek mijara herî grîng a mirovahiyê nirxand û got: "Îran aramiya herêmê têk dibe."
Stoltenberg di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar a ku li Washingtonê bi Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken re li dar xist de derbarê Îranê de nirxandinan kir.
Stoltenberg destnîşan kir ku ewlehî mijareke cîhanî ye û destnîşan kir ku NATO di têkoşîna dijî kêşeyên cîhanê de xwedî roleke gring e.
Stoltenberg diyar kir ku rejîma Îranê li hundir helwesteke zordestkar û li derve jî helwesteke tûnd û xeter nîşan dide û got: "Îran, ji bêaramiya Roojhilata Navîn ku pêdiviya wê bêtir bi aramî û ewlehiyê heye re berpirsyar e."
Stoltenberg dilgiraniya xwe ya ji piştgiridayîna rejîma Îranê ya ji milîşeyên Hûsiyên ku li Deryaya Sor êrîşî keştiyên bazirganiyê dikin re anî ziman û got ku ev kiryarên rejîma Îranê, bi xwe re metirsiya zêdebûna aloziyan tîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin