DeSantis: Kurd pistevanên sereke yên Amerîka û çavkaniya aramiya herêmê ne!
PeyamaKurd - Hakimê Florîda û namzedê Komarîyan yê hilbijartinên Serokatîya Amerîka Ron DeSantis got: “Kurd çavkaniya aramiya herêmê ne û di şikandina DAIŞê de piştevanê sereke yên hêzên Amerîkî ne.”
DeSantis ji K24ê re daye xuyakirin: “Kurd çavkaniya aramiya herêmê ne û ji bo têkbirina DAIŞê piştevanê sereke yê hêzên Amerîkayê ne. Di demekê de ku çend hêzên din ên herêmê hene û nexwestin alîkariya Amerîkayê bikin.”
Namzedê serokatiya Amerîkayê DeSantis wekî piştevanekî dilsoz ê kurdan tê nasîn û beriya niha jî di daxuyaniyên xwe de, piştevaniya serxwebûna Kurdistanê kiribû.
Hakimê Florîda Ron DeSantis gotibû, “Divê kongressa Amerîka bi zelalî rabigihîne ku em piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin. Ev tiştek e ku divê di dawiyê de were kirin, divê ji zû ve ev yek hatiba kirin.”
DeSantis di destpêka meha Gulanê de berbijêriya xwe ya hilbijartinên seroktiyê yên 2024an ragihandiye ku ji bo bibe namzedê dawî yê Komariyan, pêwîste pêşî di dengdana di nava partiya xwe de ji Donald Trump zêdetir dengan bistîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin