Statuya 'Nûnertiya Taybet' a Swêdê hat rawestandin
PeyamaKurd- Rêveberên Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC) ragihand ku wan statuya 'Nûnertiya Taybet' a Swêdê rawestand.
Di daxuyaniya nivîskî ya rêxistina OICê de hat ragihandin ku biryarên di civîna awarte ya Lijneya Îcrayê ya 2yê Tîrmeha 2023yan de hatin dayîn, êdî dê derbasî jiyanê bên kirin.
Hat ragihandin ku li gorî biryara ku di civîna navborî de ji bo 'rewşa fermî ya di navbera Sekreteriya Giştî ya OICê û dewleta ku heqaretê li Quran û sembolên din ên Îslamî dike' hatiye dayîn, statuya Nûnertiya Taybet a OICê ya Swêdê hatiye rawestandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Sekreterê Giştî yê OICê Huseyîn Îbrahîm Taha, biryara navborî gihandiye Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom.
Her wiha hat eşkerekirin ku Sekreterê Giştî yê OIC pêşwazî li biryarên hin welatên endam ji bo protestokirina êrîşên li ser nirxên Îslamî kir û ji hemû welatên endam xwest ku li hember van kiryaran helwesta xwe diyar bikin.
Di vê çarçoveyê de hat ragihandin ku OIC amadekariyên xwe berdewam dike ku di demeke herî kurt de li ser asta wezîrên derve civîneke awarte li dar bixe û li ser van êrîşan gotûbêj bike û biryarên pêwîst bide.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin