Amerîkayê jinek ji bo nûnertiya taybet a Sûriyê erkdar kir
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê jina bi navê Aimee Cutrona wek nûnera taybet a demkî bo karûbarên Sûriyê erkdar kir.
Wezareta Derve ya Amerîkayê 18ê Sibatê bi daxuyaniyekê eşkere kiriye ku Aimee Cutrona wek nûnera taybet a Sûriyê ya demkî hatiye erkdarkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, James Jeffrey demeke dirêj nûnerê taybet ê Sûriyê bû ku beriya hatina rêveberiya Joe Biden xanenişîn bûbû.
Cutrona sala 2019an gerînendeya Nivîsgeha Karûbarên Rojhilatê Deryayê Spî û cîgira serokê şanda Behreynê bû.
Wezareta Amerîkî diyar kiriye ku Aimee Cutrona sala 1999an li paytexta Etiyopyayê dest bi erka xwe kiriye û ji wê demê ve wek berpirseke siyasî li balyozxaneyên Amerîka yên li Salvador, Qeter û Misirê kar kiriye.
Hat zanîn ku Aimee Cutrona di gelek xebatên xurtkirina dozên jinan û têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan de jî cih girtiye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin