Nûnertiya Taybet a Rêxistina NYê: Bi rêya wan êrîsan dewleta Iraqê tê lawazkirin

21 tîrmeh 2022 14:57
Nûnertiya Taybet a Rêxistina NYê: Bi rêya wan êrîsan dewleta Iraqê tê lawazkirin

PeyamaKurd – Nûnertiya Taybet a Rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê, li ser topbarana do ya Zaxoyê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de daxwaza encamdana lêkolîna hûr kir.

Li gor di daxuyaniya Nûnertiya NYê de hat eşkerekirin, careke din xelkê sivîl ketine bin bandora topbarana korane ku li gor yasayên navnetewî nabe êrîş li xelkê sivîl bê kirin.

Herwiha NYê serxweşî li kesûkarên qurbaniya kir û hêviya selametiyê ji bo birîndaran xwest û daxwaz kir lêkolîna hûr ji bo diyar kirina rewş û sedemê êrîşê bê kirin û got, bi rêya wan êrîşan dewleta Iraqê tê lawazkirin.