SOMO: Hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê ji sedî 90 kêm bûye
Şirketa Dewletî ya Bazarkirina Petrolê ya Iraqê (SOMO) ragihand ku, piştî krîza ewlehiyê, hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ji rojane 240 hezar bermîlan daketiye rojane 20 hezar bermîlan. SOMOyê ragihand ku armanca wê ew e ku bi rêya Tirkiyeyê bigihîje kapasîteyeke hinardekirinê ya rojane ya 1 milyon bermîlan.
RûpelNews - Rêveberê Giştî yê SOMOyê Elî Nizar, diyar kir ku piştî krîza ewlehiyê ya li herêmê, di hinardeya petrolê ya ji Herêma Kurdistanê de kêmbûneke mezin çêbûye.
Nizar di axaftina xwe ya ji bo Rûdawê de diyar kir ku şandina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ji 240 herzar bermîlan rojane daketiye nêzîkî 20 hezar bermîlan û lê zêde kir ku berhemhênan daketiye ji sedî 10ê kêmtir bûye.
Nizar diyar kir ku ev kêmbûn ji ber êrîşên li ser zeviyên petrolê û rawestandina operasyonên şirketên enerjiyê yên biyanî ji ber sedemên ewlehiyê ye.
Hinardeya ji Iraqê jî bi awayekî berçav kêm bûye
Elî Nizar eşkere kir ku Iraqê di Tîrmeha 2026an de bi giştî 42 milyon bermîl petrol hinarde kiriye, ku ji vê hejmarê 35.5 milyon bermîl ji benderên başûr hatine şandin û nêzîkî 7 milyon bermîl jî bi rêya Ceyhanê hatine firotin.
Nizar, da zanîn ku hinardekirina petrolê ya mehane ya Iraqê beriya pevçûnên li herêmê li dora 105 milyon bermîlan bû, got ku ji ber krîza li Tengava Hurmuzê hinarde rûbirûyê zirarên girîng bûye.
Armanca nû bi Tirkiyeyê re: Rojane 1 milyon bermîl
Rêveberê Giştî yê SOMOyê, amaje bi peymana nû ya ku di 1ê Tebaxê de di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hat îmzekirin kir û diyar kir ku plan hene ku rojane herî kêm 750 hezar bermîl petrol bi rêya xeta boriyê ya Silopî-Ceyhanê were hinardekirin.
Nizar diyar kir ku Wezareta Petrolê ya Iraqê armanc dike ku bi veguhestina petrola ku li başûr tê hilberandin bi tankeran bo bakur, kapasîteya hinardekirina rojane ya 1 milyon bermîlan bi rêya Tirkiyeyê pêk bîne.
Wî her wiha diyar kir ku BP ya Brîtanî, ligel şîrketên tirk û amerîkî, dê bi pêşxistina zeviyên Kerkûkê dest bi kar bike ji bo zêdekirina qebareya petrola xam a ku ji Ceyhanê re tê şandin.
Rêya nû: Bi rêya Sûriyê ber bi Deryaya Spî ve
Nizar her wiha eşkere kir ku Iraq li ser projeyeke nû ya boriyê dixebite ku rêya Besra-Hadise-Zaxo-Baniyas dihewîne, bi mebesta cihêrengkirina rêyên xwe yên hinardekirinê.
Wî destnîşan kir ku proje, ku tê plankirin bi veberhênana sektora taybet were cîbicîkirin, armanc dike ku girêdayîbûna Iraqê ya ji bo hinardeya petrola wê bi Tengava Hurmuzê re kêm bike.
Piştî êrîşên Îsraîl û DYAyê li ser Îranê, alozî li herêmê zêde bûne û qedexeyên li Tengava Hurmuzê bûne sedem ku hinardekirina petrola Iraqê ya bi rêya Kendavê bi giranî têk biçe. Di vê heyamê de, Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bûye riya herî girîng a hinardekirinê ku bi rêya wê petrola Iraqê dikare bigihîje bazarên navneteweyî.
