Adil: ''Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi heman siyana berê, dest bi hinardekirina petrolê kir''
07 mijdar 2020 18:02
PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dîsa bi heman şiyanê dest bi hinardekirina petrolê kir.
Li gor Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di twîtekê de diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi heman şiyana berê, dest bi hinardekirina petrolê kir.’’
Roja Çarşemê 28ê Cotmeha 2020ê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, boriya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê PKKê ve hatiye armanckirin û bûye sedem ku proseya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê raweste. Herwiha ew êrîş bi dijwarî şermezar kir.
Li gor rapora dawî ya Hikûmetê, Herêma Kurdistanê rojane nêzikî 450 hezar bermîl petrol hinarde dike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin