Herêma Kurdistanê ji bo hinardekirina petrolê tekezê li ser destûr û girêbestan dike
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civîna xwe û Wezîrê Petrolê yê Hikûmeta Federal û şanda pê re ragehand, “Me tekezî li ser dabînkirina padivîtiyên darayî û teknîkî yên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem li ser bingeha destûr û girêbestan kiriye”.
Mesrûr Barzanî da zanîn ku di civînê de rayedarên Herema Kurdistanê û şanda Bexdayê ji bo ku zûtirîn dem nefta Herema Kurdistanê bê hinardekirin hemfikirin û ji bo dabînkirina pêdiviyên darayî û teknîkî yên hinardekirinê jî biryar hatiye girtin.
Di daxuayniyê de hatiye ragihandin ku biryara hinrdekirina nefta Herema Kurdistanê di berjewendiyê hemû welatiyên Kurditanê û Irqê de ye û biryare ku erkdar ji bo destpêkirina hinardekirinê hemû pêwistiyan dabîn bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin