SOHR: Tirkiyê li Idlibê xaleke nû ya leskerî danî

16 sibat 2020 22:38
SOHR: Tirkiyê li Idlibê xaleke nû ya leskerî danî

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku Tirkiye sewqîyata leşkerî bo herêma Idlibê berdewam dike û doh xaleke leşkerî ya nû daniye.

Li gorî ragihandina SOHRê belavbûna hêzên Tirkiyê li Idlib û gundewarê Helebê berdewam e û doh Tirkiyê xaleke leşkerî ya nû li nêzîkî gundê Tirmanîn li bakûrê gundewarê Idlibê daniye.

Hat diyarkirin berî niha jî hêzên Tirkiyê li Fewca 11 li Rojhelata Dar Izze li rojavayê Helebê bicih bibûn û wan hêzan xaleke leşkterî li nêzîkî bajarokê Kefer Kirmîn li rojavayê Helebê danîbû.