SOHR: Tirkiyê li Rojhilatê Idlibê xaleke leskerî ava kir

06 sibat 2020 23:56
SOHR: Tirkiyê li Rojhilatê Idlibê xaleke leskerî ava kir

PeyamaKurd -  Hat ragihandin ku piştî dorpêçkirina Seraqibê ji hemû aliyan ve, artêşa Tirkiyê xaleke nû ya leşkerî li balafirgeha Teftenaz a leşkerî ava kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro 6ê Sibatê karwaneke leşkerî ya Tirkiyê derbasî Sûriyê bûye.

Hat diyarkirin ku karwan ji 50 panzer, tank û gelek alavên lojistîk pêk tê û xaleke leşkerî li balafirgeha Teftenaz a leşkerî li rojhilatê Idlibê hat avakirin.

Berî vê karwanê bi çend saetan jî SOHRê daye zanîn ku hêzên Tirkî bi 10 kamyonan ji dergeha Bab el-Hewa derbasî Sûriyê bûn û berê xwe dan ‘herêma bêçek’ a li Idlibê.

Li gorî jêderên xwecihî piştî avakirina wê xala leşkerî, hêzên rejîma Sûriyê baregeha ku leşkerên tirk tê de bûn topbaran kirine.