SOHR: Li Idlibê hejmara xalên leskerî yên Tirkiyê gihîst 49an

24 adar 2020 00:36
SOHR: Li Idlibê hejmara xalên leskerî yên Tirkiyê gihîst 49an

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê SOHR îro ragihand ku Tirkiyê 3 xalên nû yên leşkerî li Bedama, Nacîya û Zi’ênîya li rojavayê bajarê Cisir el-Şixûr li başûrê rêya M4 a Heleb- Laziqiyê ava kirin.

SOHRê doh jî ragihandibû ku 2 xalên leşkerî yên Tirkiyê li gundê Mişêrfe û Til Xetab li nêzî sînorê parêzgeha Hemayê hatine avakirin.

Li gorî SOHRê hejmara giştî ya xalên leşkerî yên Tirkiyê li herêma kêmkirina rageşiyê bûn 49.

Herwiha li gorî ragihandina SOHRê di roja 18an a agirbesta Idlibê de, li derdora Hezarîn li gundewarê Idlibê şer derketiye û di encamê de 3 leşkerên rejîmê hatine kuştin.