SOHR: Tirkiyê di hefteyekê de bêhtirî 1200 barhilgir hêzên leskerî sand Idlibê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê şandina hêzên leşkerî bo Idlibê berdewam dike û tenê di hefteyê de zêdetirî 1200 barhilgir derbasî Idlibê kirine.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, artêşa Tirkiyê karwaneke din a serbazî ya mezin ku ji 125 barhilgiran pêk dihat di deriyê Kefir Losîn re derbasî Idlibê kir, barê barhilgiran jî ji tank, zirîpoş û kelûpelên lojistîkî pêk dihat.
SOHRê diyar kir artêşa Tirkiyê karwaneke din ku ji 75 barhilgiran pêk tê, niha li deriyê Bab El Hewa kom kiriye û xwe amade dike, ji bo derbasî Idlibê bibe.
Li gorî SOHRê di 24 demjimêrên borî de, artêşa Tirkiyê zêdetirî 625 barhilgirên serbazî ku tank, zirîpoş û kelûpelên serbazî hilgirtibûn, derbasî xaka Sûriyê kirine.
SOHRê da zanîn ku artêşa Tirkiyê di dema dawî de hêzeke mezin şandiye Idlibê û tenê di hefteya borî de, 1200 barhilgirên serbazî derbasî Idlibê kirine.
Tirkiye ji bo piştgiriya komên çekdarên opozîsyonê li dijî pêşveçûna van rojên dawî ya hêzên rejîmê hêzê dişîne ku hejmarek xalên leşkerî yên artêşa Tirkiyê jî li dorûbera Idlibê ketine bin dorpêça hêzên rejîma Sûriyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin