Sinê | Pistî ku rejîma Îranê çiyagerê kurd destbiser kiriye, agahî jê nayê wergirtin
PeyamaKurd – Hêmin Mihemedî çiyagerê kurd ê ji Sineyê, ji aliyê hêzên întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatiye destbiserkirin û ew birine cihekî nediyar.
Li gor raporeke ku îro (9ê mijdara 2024an) gihîştiye Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê, Hêmin Mihemedî (40) çiyagerê ji bajarê Sineyê yê ji rohjilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên îstixbaratê ve hatiye destbiserkirin û ew birine cihekî nediyar.
Li gorî çavkaniyeke agahdar, Hêmin Mihemedî bêyî nîşandana tu belgeyeke hiqûqî li derveyî mala xwe li bajarokê Saadî yê Sineyê hatiye destbiserkirin.
Hengaw bale dibe ser wê yekê ku heya dema belavkirina vê raporê jî, derbarê sedemên girtina wî, tohmetên li ser wî û çarenivîs û cihê ragirtina wî, ti zanyariyine berfireh nehatine bidestxistin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin