Sever: AKP derbeke mezin xwar, HDPê jî li Kurdistanê kêm kir
PeyamaKurd – Li Tirkiyê piştî hilbijartinên 31ê Adarê yên herêmî rojev gelekî guhertok e. Li aliyekî pirsgirêk û tengaviyên polîtîkaya derve û krîza aborî ku her diçe kûrtir dibe, li aliyekî jî grevên birçîbûnê û rewşa kurdan di rojevê de cihê xwe digirin.
Di vê rewşa ku demokrasiya Tirkiyê her bipaşve ve diçe de, HDPê di hilbijartinên bajarên Tirkiyê de hevkariyeke stratejîk pêkanî ku AKP pê hejiya, lê heman HDP li Kurdistanê jî dengên xwe kêm kirin.
Dîsa piştî maweyeke dirêj şanda Tirkiyê serdana Başûrê Kurdistanê kir û vê jî pirsa, ‘Gelo wê pêwendiyên Enqere-Hewlêrê ber bi nêzîkbûneke çawa ve biçin?’ anî rojevê.
PeyamaKurd ev mijarên rojevê ji Siyasetmedarê Kurd ê xwedî tecrube û parlamentarê berê yê Mûşê Mehmet Emîn Sever pirsîn.
Sever dibêje, “Ji neçarî pêdiviya Erdogan bi Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê zêde bûye.”
Di hilbijartinên Tirkiyê de HDP û CHPê hevkariyeke stratejîk pêkanîn. Tu vê hevkariyê çawa dinirxînî, divê têkiliyên herdu partiyan çawa bin?
Mirov dikare hevkariya HDPê ya bi CHPê re, li dijî tifaqa AKP û MHPê qebûl bike. Lê belê divê ev taktîkî be. Her çiqas rêveberên HDPê di proseya hilbijartinê de bi gotinên, “Emê li rojavayê Tirkiyê bi wan bidin windakirin û li Kurdistanê jî qezenc bikin” û hinek deng bi AKPê dabin windakirin jî li Kurdistanê aliyê winda kiriye ew in.
Hevserokên HDPê û piraniya kadirên HDPê kemalîst û netewperest in tirk in û ti eleqeya wan bi kurdan ve nîne. Ji xwe ew bi xwe jî dibêjin, “Em ne partiyeke Kurd in”, “Em li dijî dewletbûna Kurdan in” ma ne wisa ye? Ji Filîstînê û heta ji herêma Sîncana Çînê re jî serxwebûnê dixwazin, lê li dijî serxwebûna Kurdan in.
Di referandûma serxwebûna Kurdistanê de, pêkhatên wekî YNK, Goran û PKK jî li dijî derketin û helwestên dijminatî nîşandan. Dijderketina wan bo destkeftiyên kurdan ne tiştekî nû ye.
Bi ya te nabe ku li gorî berê CHP helwesteke baştir nîşan bide? Wekî mînak, dibe ku nêzîkatiyê bo federasyonê bike?
CHPya berdewama ittihat Terakkiyê, heyamên berê di serî de mafên Kurdan maf û nasnameya hemû gelên din înkar kiribû û ji bo ku wan bike tirk her cure zorî li wan kiribû.
Gelo ji CHPya ku li ser vê îdeolojiyê ava bûye, mirov dikare li ser dayîna maf û azadiya Kurdan hêviyeke guherîna helwestên neteweperestî û înkarê bike? Di rewşa niha de jî pir zehmet dixuyê ev CHPya ku li ser rêgezên Ataturk dimeşe û wan pîroz dibîne, rabe di çarçoveya pîvanên Kopenhagê û demokrasiya pêşketî de maf û azadiyên Kurdan nas bike.
Qet nayê fikirîn ku CHP ji xeta neteweperestî biqete û di çarçoveya azadiya ramanê û demokrasiya tam de nêzîkatiyê li ‘Federasyona Kurdî’ bike.
Ji dema ku Tifaqa Cumhur hatiye pêkanîn ve, tê gotin ku piştgiriya Kurdan bo AKPê kêm dibe. Li gorî cenabê te dê ev tifaq dewam bike?
Raste ku ev şirîkatî li gorî dilê MHPê ye, îdeolojiya tirkîtiyê bipêş dixe, serokatiyên şaredariyan zêde kirine, dengên wan zêde kiriye û di astên bilind ên dewletê de jî qedrobûna xwe zêdekirin kirine.
Lê belê mirov nikare heman tiştî bo AKPê bêje. Di vê rewşê de du bijarde derdikevin pêşiya Erdogan. Yekem dê MHP bifikire ku ev tifap zirarê didiyê û jê derkeve. Dê AKP jî vegere helwesta xwe ya berî ya destpêkê hinekî demokratîk bû. Lê vê nikare bi kesî bide bawerkirin. Ji xwe niyet jî ne ew e.
Ya duyem tenê rêyek dimîne. Wê ajîtasyonên neteweperestî û olî bêhtir derxe pêş û bi MHPê re tifaqa xwe bidomîne û ber bi senteza Tirk-Îslam ve veguhere.
Heyamekê pêwendiyên Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê gihîştibûn asteke baş û heta Serok Mesûd Barzanî bo Tirkiyê hatibû vexwendin. Lê belê piştî referandûmê di têkiliyan de paşveçûn çêbû. Tu dibêjî ji niha şûnde dê têkilî çawa bin?
Erdogan dema pêvajoya çareseriyê ji bo piştgiriya kurdan bistîne, xwest ku bi Başûrê Kurdistanê re têkiliyên dostane deyne. Bi vê bonê jî Rêzdar Mesûd Barzanî û digel wî jî Şivan Perwer vexwendin Diyarbekirê û rêz li wan girt. Bi vî awayî jî hesabê ku piştgiriya Kurdên ku di serdema cumhuriyetê de hatine înkarkirin bistîne û li Rojhilata Navîn bibe xwedî hêz.
Lê belê ji ber ambargoya van demên dawî ya li ser mijara S-400an û F-35an, di serî de ji ber rewşa Rojava Erdogan bi Amerîka, Îsraîl û welatên Rojavayî re ketiye nav gengeşeyê. Di vê rewşê de ji neçarî pêdiviya Erdogan bi Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê re zêde bûye.
Gelo AKPye ku di hilbijartinan de şikestek xwariye, dibe ji nû ve pêvajoyeke çareseriyê bide destpêkirin? Girêdayî vê jî dê rola Serok Mesûd Barzanî di pêvajoya çareseriyê de çi be?
Wê helwesta Erdoganê ku di hilbijartinan deng winda kirine, girêdayî şîroveya wî ya bo vê têkçûnê be. Lê bi qasî ji gotin û helwesta wî xuya dibe, ew sedema têkçûna xwe ne ji kêmbûna eleqeya ser pirsa Kurd berevajî wê di zêdekirina helwestên netewperestiyeke zêdetir de dibîne.
Lewma jî ez di wê hizrê de me ku dê Erdogan propagandaya netewperestiyê û xwemalîbûnê zêde bike û ‘Pêvajoya Çareseriyê’ jî wekî tiştekî xeterî û ziyandar nîşan bide û bi wî awayî têkoşînê bide.
Hewldana Rêzdar Barzanî ya çareserkirina pirsa Kurd di çarçoveya bingeha azadiyê de daxwazî û hêviya her kurdekî ye. Lê ne Ocalan ne jî PKK razî nabin ku bi navbeynkariya Barzanî çareserî çêbe û naxwazin serkeftine wiha ji wî re bê nivîsandin.
Gelo niha di vê heyamê de PKK û Ocalan muxalîf in?
Li gorî ku ji gotin û helwestên PKKê tê fêmkirin rewşeke muxalîfbûnê xuya neke. Grevên birçîbûnê yên li derve û girtîgehan û întiharên ku ji bo Ocalan pêk tên nîşan dide ku bi fermana PKKê ne.
Gelo grevên birçîbûnê yên ji wan re tê gotin, "Çalakiya Fedaî" ji bo çi pêk tên?
Eşkere ye ku ev çalakî ne ku ji bo pirsa Kurd li gorî mafên mirovî yên hemdemî yên vê qirnê nayê çareserkirin, Federasyona Kurdî yan jî Serxwebûna Kurdan nayê qebûlkirin têne kirin.
Heke serok be jî ji bo ku konfora kesekî li zîndanê ne xweş e, mirov çawa întihara mirovan qebûl bike? Tişta ku dibe li van ciwanên Kurd û malbatên wan dibe. Ma ne heyf û guneh e?

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin