Ji bo maça Amedsporê dê li qada ekranên mezin werin danîn
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku lîstika krîtîk a Amedsporê ya li hemberî Igdirsporê zindî bide temaşekirin, li du xalên cuda yên bajêr ekranên mezin saz dike.
RûpelNews - Amedspora ku di Lîga 1emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe, bi armanca derketina Super Lîgê, di lîstika dawî ya sezonê de roja Şemiyê, 2yê Gulanê, dibe mêvanê Igdirsporê. Ev pêşbirk ji bo şansa Amedsporê ya derketina Super Lîgê xwedî girîngiyeke mezin e.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku heyecana maça Igdirspor-Amedsporê ya li derveyî malê bi alîgirên li bajêr re parve bike, dê li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê (Baxlar) û li Meydana Bajêr a li navçeya Peyasê (Kayapinar) ekranên mezin deyne. Hezkiriyên futbolê dê li van her du xalan maçê zindî temaşe bikin û bibin şirîkê têkoşîna krîtîk a Amedsporê ya di riya Super Lîgê de.
Maç dê di saet 16.00’an de dest pê bike
Pêşbirka Igdirspor-Amedsporê, roja Şemiyê 2yê Gulanê di saet 16.00’an de li Stadyuma Bajêr a Îdirê bê lîstin. Di Lîga 1emîn de pûanên Amedspor û Eroksporê wekhev in, lewma encama vê maçê dê ji bo armanca derketina Super Lîgê diyarker be.
Hevşaredaran serkeftin ji Amedsporê re xwestin
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, ji bo futbolîz û teknîsyenên Amedspora ku bajêr temsîl dike, daxwaza serkeftinê kirin.
