Serweta Barzaniyan hemû kurd in, hûn serweta xwe bêjin!

11 nîsan 2022 23:20
Serweta Barzaniyan hemû kurd in, hûn serweta xwe bêjin!

PeyamaKurd - Medya PKKê ya bi taybet ji Ewropayê tê birêvebirin û trolên wan, bi fermana efendiyên xwe ji bo reşkirina malbata Barzaniyan careke din kampanyayeke qirêj û bê ehlaqî dane destpêkirin.

Çend sal berê jî hin medyayên erebî bi mijara serweta malbata Barzaniyan kampanyayên reşkirinê dabûn destpêkirin ku mebest reşkirin û bê îtibarkirina malbata Barzaniyan bû, lê bi ser neketibûn.

Medya Erebî lêborîn ji Serok Barzanî û malbata Barzaniyan xwestibû

Wê demê wan medyayan ji ber nûçeyên xwe yên derew ji Serok Barzanî û malbata Barzaniyan lêborîna xwe xwestibûn û ew nûçeyên xwe yên ku behsa mal û milkên Barzaniyan ên qaşo digihîşt 600 milyar dolaran dikir, tekzîb kiribûn.

Her dema ku rola serkirdayetiya Herêma Kurdistanê li Iraq, Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn û cîhanê derdikeve pêş, ev kampanyayên han jî li pey wê têne meşandin ku nagihin armancên xwe.

Serok Barzanî: Serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e

Serok Mesûd Barzanî sala 2017an dema bangeşeya referandûma serxwebûnê bersiva pirsa medya ereb a serweta malbata Barzaniyan bi dengekî berz dabû û wiha gotibû:

“Ez ê bersiva pirsyarekê bidim. Gelek caran hin kes xwe pê meşgul dikin û gelek kes jî dixwazin bizanin. Gelek caran dibêjin, ka serweta Mesûd Barzanî çiqas e? Hinek caran dibêjin; 600 milyar dolar e, hinek dibêjin 48 milyar dolar e, hinek dibêjin 100 milyar dolar e. Kes nizane bê serweta min çiqas e.”

Serok Barzanî di dewamê de jî destnîşan kiribû: “Ez xwe wekî kesê herî dewlemend ê ser vê cîhanê dizanim. Serweta min piştevaniya 48 milyon kurd e, ne 48 milyar dolar!”

Weşaneke kirêt a derveyî sînorên pîvanên ragihandinê dikin

Medya PKKê û trolên wan van rojan careke din ew mijara mal û milkê Barzaniyan germ kirine û bi manşet û gotinên derveyî sînor û pîvanên ragihandinê û ehlaqê mirovên medenî weşaneke kirêt dikin.

Helbet ev propaganda jî di çarçoveya operasyoneke kûr û berfireh a berjewendiyên hêzên herêmî de, li dijî serkirdayetî û statuya Herêma Kurdistanê tê kirin.

Çavkaniyên wan jî medya û dezgehên sexte yên ragihandinê ne

Ew medyaya PKKê ya li Ewropa ku li ser dijayetiya nirxên Kurd û Kurdistanê bê şerm û fedî weşanan dike, van nûçeyên xwe yên qaşo ser serweta Barzaniyan jî dispêre hin weşan û dezgehên ji aliyê wan ve hatine avakirin û bi zimanê inglîzî jî nav li wan hatine kirin.

Yanî ew çavkaniyên qaşo lîsteya mal û milkê Barzaniyan belav kirine, bixwe di holê de nînin û tenê navê wan ji bo vê propagandaya qirêj hatiye bikaranîn.

Hewl didin ku enerjiya Kurdistanê nekeve bazarên cîhanê

Li aliyekî Îran bi awayekî eşkere êdî moşekên xwe bi ser Herêma Kurdistanê de dibarîne û gefan dixwe, li aliyê din jî PKK û taximê li dor wê civiyaye qaşo bi mijara mal û milkê Barzaniyan, ji xwe re rojevekê çêdikin da ku Herêma Kurdistanê û serkirdatiya wê reş bikin û bi taybet jî di warê vekirina enerjiya Kurdistanê bo bazarên cîhanê de, paşde gav bidin avêtin.

Herwiha piştî êrîşên bi rêya medyayê û kampanyayên reşkirinê, PKK û hêzên bi ser wê ve yên ku ketine xizmeta berjewendiyên Îranê, dikarin hewil bidin aloziyan jî li Herêma Kurdistanê derxin. Beriya niha jî di xwepêşandanên bi navê nerazîbûnên karmend û derengmana mûçeyan de, ew provokasyon kiribûn.

Astenga herî mezin a li ber berjewendiyên wan PDK û Barzanî ne

Ew û efendiyên xwe yên herêmê, ku di vê demê de Îran bi êrîşên xwe serî dikişîne baş dizanin ku PDK û Barzanî li ber siyaseta wan a nehiştina Statuya Herêma Kurdistanê û berjewendiyên herêmî yên wekî bazara enerjiyê bo cîhanê astenga herî mezin in.

Gelo Haya Forbes û The Economistê ji serweta Barzaniyan heye?!

Heger bi rastî ew serweta behs dikin û lîsteya wan jî pir dirêj e, ya malbatan Barzaniyan be, mirov dikare di asta cîhanê de wekî şerefekê jî binirxîne û Kurd û serkirdeyên wan helbet hêjayî wê ne.
Lê belê heyf û mixabin haya kovarên navdewletî yên wekî; Forbes û The Economist û heta haya Elon Muskê ku xwedî serwetê herî zêde ye li cîhanê jî ji vê serweta malbata Barzaniyan a bi lîsteyên dirêj behsa wê dikin nîne.  

Malbata Barzanî çîmentoya kurdiniyê ne

Helbet ew derewên bi navê çavkaniyên nebûyî têne belavkirin, li aliyekî cihê pêkenînê ne û li aliyekî din jî cihê fikaran e ku rêxistinek çawa di nav çirava wan propagandayan de, xwe digevizîne û îtibara xwe bi wê artêşa trolan difiroşe.

Malbata Barzaniyan çîmentoya kurdiniyê ne ku di dîroka zêdetirî sed salî de, xwe îspat kirine û niha jî bi rêya dîplomasiyeke xûrt deriyê gaz û petrola Kurdistanê li bazarên cîhanê vedikin.

Gaz û petrola Kurdistanê li nêzîk dibe beşek ji enerjiya ku li welatên cîhanê were dabeşkirin û ev jî helbet ji bo pêşerojê rêya serwet û dewlemendiyê ji bo hemû kurdan vedike ango ne tenê ji bo Malbata Barzaniyan!!!