“Serweta min pistevaniya 48 milyon Kurd e”
PeyamaKurd - Serok Barzanî ragihand ku hinek kes behsa serweta wî dikin û got: “Ez xwe li cîhanê weke kesê herî dewlemend dibînim, ji ber ku serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e.”
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî îro li Duhokê beşdarî bangeşeya lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû û tê de gotarek pêşkêş kir.
Serok Barzanî ji xelkê Duhokê re got: “Em bi we serbilind û piştgerm in. Dema we pêşwaziya xelkê Iraqê kir, ku ji ber terorê reviya bûn, we serê gelê Kurd bilind kir. Em ber bi rojeke dîrokî ve diçin, ku roja hilbijartinên 30ê mehê ye. Par wek niha wek we di roja referandumê de rokeje dîrokî nivîsand û we îradeya gelê Kurdistanê biser xist, ez piştrast im hûnê di van hilbijartinan de jî dîrokeke tije serwerê binivîsînin. Piştî xiyaneta 16ê Cotmeha par Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kerameta gelê Kurd parast. Bi rehetî xew bikin, heta Pêşmerge hebin dê kerameta we parastî be.”
Serok Barzanî behsa hilbijartinên Iraqê yên berî çend mehan kir û wiha got: “Hin aliyln nava Kurdistanê û Iraqê û derve jî hizir dikirin ku PDK pêşengiya referanduma serxwebûnê kiriye û gelê Kurdistanê ji ber referandumê hatiye cezakirin, lewma gelê Kurdistanê dê PDKê ceza bike û dengê xwe nadin PDKê. Lê PDK bû partiya yekem li ser astê hemû Iraqê. Aşkere bû ji wan re ku PDK çiqasî partiyeke mezin û biryar bê PDKê nayên dan. Sopas ji we re û ji hemû xelkê Kurdistanê re ku we nehişt xewna neyaran pêk were. PDK naşke, PDK dara beruyan a Kurdistanê ye. Beriya wan hilbijartinan, hin kes li Iraqê hebûn hizir dikirin ku çiqasî dijayetiya mafê Kurdistanê bikin dê gelê Iraqê zêdetir pişta wan bigre û dê zêdetir dengê dengan bidin wan, lê ew yek pêk nehat di hilbijartinan de û gelê Iraqê ew kes ceza kirin ku xwîna zarokên Kurdistanê rijandin û ew kes di hilbijartinan de şikandin. Ez spasiya gelê Iraqê dikim. Rêbaza PDK û Barzaniyê nemir her ew e ku nabe em bibin dijminên gelan û pirsgirêka me bi hikûmetan re ye.”
Serok Barzanî wiha got: “Niha derfeteke baş ji bo çareserkirina pirsgirêkan çêbûye, û em hêvî dikin ku hemû pirsgirêkên di navbera me de bên çareserkirin. Lê em qebûl nakin ew çareserkirin li ser hesabê kerameta gelê me be û li ser hesabê mafên rewa yên gelê Kurdistanê be.”
Serok Mesûd Barzanî derbarê hilbijartinên vê carê yên Kurdistanê ragihand: “Roja 30ê Îlonê rojeke çarenivîsaz e. Bernameyeke mezin li pêşiya me ye. Guhertin û çaksaziyên mezin û berfireh li pêşiya me ne. Damezrandina hikûmeteke bihêz û hevgirtî li pêşiya me ye. Di bernameya me de heye ku ciwan bên pêşî û ciwan berpirsyaretiyê werbigrin. Piştrast bin dê guhertinên mezin ên bi dilê we dê bên kirin. Dê ew gihertin bên kirin ên ku daxwaza we ne û di berjewendiya we de ne. PDK bihêz be dê Kurdistan bihêz be. PDK mal ava kir û partiyên din şerê nava malê dikin. PDK ava bû ji bo xizmeta we. Bînin bîra xwe dema DAIŞ hat kê sînga xwe da ber guleyan û Duhok û hemû Kurdistan parast. Lîsta 183 ya PDKê biser bixin ji bo ku armancên we bicîh werin.”
Derbarê yekîtiya navmala Kurdî jî Serok Barzanî wiha got: “Em gelekî dilsozê yekîtiyê ne, lê ji bo yekîtiyê divê partiyên Kurd bingehên neteweyî û niştimanî binpê nekin, wek dema me di 16ê Cotmena par de dît, ku dema ew bingeh tên binpêkirin yekrêziya Kurdî nahêle. Em xwedî armanceke stratejîk û pîroz in. Emê serê xwe li ser deynin û dest ji armanc û stratejiya xwe bernadin. Ez matmayî dimînim dema ku dibînin ku guhertina cilan li cem hinekan ji guhertina nêrîn û baweriyan hêsantir e.”
Serok Barzanê wiha domand: “Emê ji bo kurdistaneke bihêz û bexteweriya Kurdistanê pêşve biçin. Em nahêlin ticarî îrade û kerameta gelê me bişke. Dê mafê gelê Kurdistanê armanca me ya yekem be. Emê peymanê didin ku emê li ser rêbaza Barzanî bin, ku rêbaza Barzanî jî ew e, mirovdostî, aştîxwazî û pêkvejiyan. Rêbaza Barzanî ew e ku em ji mafê xwe yên neteweyî venekşin. Rêbaza Barzanî ew e ku em xwe ji kesî re neçemînin. Me rojên nexweş û reş derbas kirin. Rojên xweşiyê hemû tên meydanê, lê rojên nexweşiyê berpirsyaretî tenê ya PDKê ye. PDK qet ji berpirsyaretiyê nareve û ji meydanê dernakeve, lewma jî dê PDK xwedî biryarê be. Hinek dibêjin ka serweta Mesûd Barzanî çend e, lê ez ji wan re dibêjim ez kesê herî dewlemend im li cîhanê, ku serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e. Emê pêşbe biçin û xwe naçemînin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin