Çîftyurek: Tirkên Qibrisê xwedî dewlet in lêbelê 50 milyon kurd bêdewlet in

07 gulan 2026 10:53

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Sînan Çîftyûrek got, Tirkên Qibrisê bi serjimêra xwe ya 400 hezarî xwedî dewlet in piştevan in lêbelê 50 mîlyon kurd ji vê yekê bêpar in.

Çîftyurek: Tirkên Qibrisê  xwedî dewlet in lêbelê 50 milyon kurd bêdewlet in

RûpelNews - Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Sînan Çîftyurek, di parvekirineke li ser platforma medyaya civakî Xê de, li ser mijara statû û ewlehiya kurdan nirxandinek kir.

Di parvekirina xwe de, Çîftyurek anî ziman ku her çend Tirkên Qibrisê xwedî nasnameyeke navneteweyî ya bisînor be jî, dewleta wê heye û di bin garantiya Tirkiyeyê de ye, lê belê kurd ji statuyeke bi vî rengî bêpar in.

Çîftyurek di parvekirna xwe de wiha got: "Heta eger kesekî nas neke jî, gelê Qibrisê yê Tirk, ku hejmara wan 400 hezar e, dewleteke wan heye. Xwedî û garantorekî wê heye: Tirkiye. Lêbelê neteweya kurd a ku ji 50 milyonî pêk tê, xwedî tiştekî ji van nîne." Çîftyurek herwiha got ku Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye bi hev re tevdigerin da ku nehêlin kurd bigihîjin statuyeke wiha.

Rexne li her çar dewletan girt

Çîftyurek nirxandina xwe wiha anî zimên: "Hevbendiya Tirkiye-Îran-Îraq-Sûriyeyê her tiştî dike da ku statuya Kurdistanê tune bike! Ka we digot 'kurd tirk in? tirk kurd in?" Serokên Hevpeymaniya Gel dibêjin: ‘Ew ê bibînin ka bêdewletî, bêhêzî û nebûna garantiyan çi li gelekî dikin. Ewlekarî, ax, serwerî û paşeroja Tirkên Qibrisê ji ti xeyalê, ti bandoreke derve, an jî ti xeyaleke dîplomatîk re nayê hebakirin. Tirkiye dê mafê hebûna Tirkên Qibrisê biparêze…"