Elon Musk: Hişê çêkirî dikare me hemûyan bikuje
Nakokiya yasayî ya di navbera Elon Musk û OpenAI de, ku ew yek ji damezrînerên wê ye, gotûbêjên li ser xetereyên mezin ên hişê çêkirî jî xistiye rojevê. Di dema şahidiya xwe ya li dadgehê de, Musk hişyarî da ku pêşveçûna bêkontrol a hişê çêkirî û got, hişê çêkirî dikare bibe sedema encamên cidî.
RûpelNews - Musk, ku amaje pê kir ku eger sîstemên hişê çêkirî yên pêşketî bêyî tedbîrên ewlehiyê yên tund werin pêşxistin, dikarin ji kontrolê derkevin, diyar kir, "Rîska herî mezin ew e ku hişê çêkirî dikare me hemûyan bikuje."
Musk, ot ku ev doz ne tenê nakokiyeke şîrketan e, lê di heman demê de pirsgirêkeke hebûnî ya demdirêj e. Di bingeha dozê de îdiayên ku dibêjin OpenAI ji avaniya xwe ya resen a ne-qezencxwaz dûr ketiye û piştî hevkariyên bi şîrketên mezin ên teknolojiyê re ber bi modelek bêtir bazirganî ve guheriye, hene.
Nîqaşa 'xeyalî-zanistî' li dadgehê
Di dema danişînê de, referansên Musk ên ji bo senaryoyên bi şêwaza 'Termînator' carinan ji aliyê dadgehê ve rastî rexneyan hatin. Tevî hişyariyên dadger ku divê nîqaş di nav sînorên qanûnî de bimîne, Musk tekez kir ku ewlehî divê bibe karê sereke.
OpenAI îdiayan red kir
Lêbelê, berpirsên OpenAI'yê îdiayên Musk red kirin û anîn ziman ku guherîna ber bi saziyeke li ser bingeha qezencê ve ji bo fînansekirina sîstemên hişê çêkirî yên pêşketî pêwîst bû.
Her çend doz bi awayekî fermî li ser sazûmaniya şîrketê û berpirsiyariyên peymanî disekine jî, ew di heman demê de nêrînên cuda yên li ser hevsengiya di navbera nûjenî û ewlehiyê de di warê hişê çêkirî de jî radixe ber çavan.
