Îran şîrketên Elon Musk dike armanc

11 hezîran 2026 16:27

Hat ragihandin Îranê saziyên di bin kontrola şîrketên karsazê Amerîkayî Elon Musk de ne, xistine nav lîsteya êrîşê.

Îran şîrketên Elon Musk dike armanc

RûpelNews - Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Îranê lîsteya xwe ya hedefên leşkerî yên li herêmê nû kir.

Di raporê de hat gotin ku lîste, rêxistinên girêdayî şîrketên mîlyarderê Amerîkayî Elon Musk ên li Rojhilata Navîn, di nav de welatên Erebî û Îsraîl jî, dihewîne.

Hat îdiakirin ku Musk bi rêya projeyên xwe yên Starshield û avêtina peykên leşkerî alîkariyê dide artêşa Amerîkayê, û bi vî awayî piştgiriyê dide çalakiyên wekî çavdêrî, ragihandina şîfrekirî û veguhestina daneyan a ewle.

Di raporê de hat destnîşankirin ku navendên tora satelaytê ya Starlink li Îsraîl, Qeter, Urdun, Îmarat û Umanê, ligel binesaziya du şîrketên bi navenda xwe li ÎMYEyê "Alpha Dhabi" û "Mubadala"û hin bankeyan, di nav hedefên nû yên artêşa Îranê de ne.