???????Karayilan: Em Kurd hemû di heman kestiyê de ne...

06 mijdar 2019 18:32
???????Karayilan: Em Kurd hemû di heman kestiyê de ne...

PeyamaKurd - Serkirdeyê PKKê Mûrat Karayilan di nirxandinên xwe yên êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê de bal kişand ser yekrêziya hêzên Kurd û got, "Em Kurd hemû di heman keştiye de ne. Eger em noqî binê avê bibin hingî em ê hemû noq bibin.”

Karayilan di bernameyeke televizyoneke nêzî rêxistina xwe de, li ser êrîşên berdewam ên Rojavayê Kurdistanê û banga yekrêzî û yekhelwestiyê kir û wiha got: "Em Kurd hemû di heman keştiye de ne. Eger em noqî binê avê bibin hingî em ê hemû noq bibin, wê demê em ê bi hev re bi ser bikevin. Tevî vê yekê pêkneanîna yekîtiya neteweyî nayê îzahkirin, nayê vegotin.”

‘Ji ber ku em Kurd ne dewlet in, çi bikin wek teror tê nîşandan’

Serkirdeyê PKKê bervajî nêrina îdeolojîk ya PKKê ku diberiya dewleta netewî dike nebûna dewleteke Kurdan wekî sedema rewakirina êrîşên ser Kurdan nîşan da û wiha axivî:

“Em Kurd ji ber ku ne dewlet in çi bikin weke terorê tên nîşandan, yên li dijî me jî, hêzên qirker-mêtinger weke dewletên maqûl tên dîtin. Gelo tiştekî bi vî rengî pêkane? Li dijî gelê me her roj teror tê kirin. Zarokên me, mirovên me, gelê me her roj tên qetilkirin. Xuya ye Neteweyên Yekbûyî berevajî navê xwe berjewendiyên dewletan esas dibîne. Halbûkî li dijî gelê me teroreke eşkere heye ku tê meşandin û tê xwestin ku gelê me bê qirkirin. Li Sûriyeyê Kurd bûn xwedî derfet ku statuyê werbigirin, lê belê TC bi israr li dij radibe û dibêje, 'wê li wê deverê dewleteke terorê bê avakirin'. Halbûkî Kurdên li wê deverê qala avakirina dewletê nekirine, tenê di nava yekparebûna Sûriyeyê de hewl didin xweseriya xwe werbigirin. Lê belê dewleta Tirk li dijî vê xweseriyê ye."

‘Doza mafdar a gelê Kurd li dinyayê belav bû’

Karayilan da zanîn, bi saya têkoşîna gel, dostên gelê wan, doza mafdar a gelê Kurd li dinyayê belav bû, kete dilê gundiyan, karkeran, kedkaran, rewşenbîran û got, "Qirker êdî çi dikin bila bikin wê nikaribin doza mafdar a gelê me weke terorê nîşan bidin."

‘Bi saya Rojava firsendeke girîng ketiye destê Kurdan’

Karayilan da xuyakirin, “Bi taybetî di vê demê de firsendeke girîng heye. Di şexsê Rojavayê Kurdistanê û bi saya berxwedêrên hêja dengê Kurdan îro digihîje tevahiya dinyayê. Sîstema dinyayê hemû li ser vê radiweste. Ev firsendeke girîng e. Eger em Kurd stratejî û siyaseteke hevpar biafirînin, eger em pêla dagirkeriyê ya nû ya dewleta Tirk têk bibin, hingî wê destketiyên Kurdan mayinde bibin û pirsgirêka Kurd çareser bibe."

‘Zirara hatina hêzên mezin bo Rojava nîne’

Karayilan li ser êrîşên ser Rojava got ku ji aliyekî ve Amerîka li aliyê din jî Rûsya peymanan amade dikin ku ev yek jî nîşan dide plana hatiye kirin mezin e û wiha pê de çû:

“Ji ber ku hêzên herî mezin ên dinyayê di nava vî karî de ne. Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî siyasetekê dimeşînin. Rûsya hat herêmê, piştre hêzên dewletê yên Sûriyeyê hatin herêmê, Emerîka çû û pişte vegeriya. Ev hemû nîşan dide ku pirsgirêka Kurd navneteweyî bûye, gihîştiye asta navdewletî. Pirsgirêka Kurd ji xwe pirsgirêkeke navneteweyî ye. Di encama Peymana Lozanê de ku peymaneke navneteweyî ye Kurdistan kirin çar parçe û înkar kirin. Vê yekê dinixumînin. Dewletên herêmê sed sal in zilmê li Kurdan dikin, hovîtiyê dikin, lê belê heta niha dinyayê dengê Kurdan nedibihîst. Lê belê êdî dengê gelê Kurd, dengê Kurdistanê digihêje tevahiya dinyayê. Eger hêzên dinyayê îro tên Rojava ev yek zêde zerara xwe nîne. Pirsgirêka Kurd çiqasî navneteweyî bibe wê ewqasî jî bi kêrî Kurdan bê.”