Serokwezîrê Iraqê: Mûsil di demên dijwar re derbas bû lê belê xweragirt
09 tîrmeh 2022 16:29
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro serdana Neynewayê kir û bi fermandarên leşkerî û ewlekariyê re civiya.
Li gor Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê diyar kir, Kazimî îro roja yekem a Cejna Qurbanê serdana Mûsilê kir û di civîneke bi fermandarên leşkerî û ewlekariyê re, qala rewşa bajêr kir û tekezî li bicihbûna aramî û ewlehiyê kir.
Serokwezîrê Iraqê li ser twittera xwe da zanîn: “Hêzên me berî 5 salan bajarê Mûsilê kirin. Mûsil di demên dijwar re derbas bû, lê belê xweragirt.”
Herwiha Kazimî destnîşan kir: “Mûsil ji aliyê qehremanên artêşa Iraqê, Dijeteror, Polîsa Federal, Pêşmerge û tevahiyê hêzên ewlehiyê ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serokwezîrê Iraqê wê li Mûsilê bi Meclîsa Rûhanî ya Êzîdiyan re bicive
13 gln 2023

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin