Serokwezîrê Iraqê wê li Mûsilê bi Meclîsa Rûhanî ya Êzîdiyan re bicive
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî wê li Mûsilê bi Meclîsa Rûhanî ya Êzîdiyan re bicive.
Şêwirmendê Meclisa Rûhanî ya Êzîdiyan Seûd Misto ji K24ê re diyar kiriye, di civîna Sûdanê ya li gel Meclîsa Rûhanî ya Êzîdiyan de rewşa Şengal û Êzîdiyan û vegera koçberan bo malên xwe dê were gotûbêjkirin.
Dihat payîn ku Serokwezîrê Iraqê Sûdanî jî serdana Şengalê bike, lê çavkaniyên K24ê diyar kirine ku ji ber hişyarkirina hin koman wê xwepêşandanekê pêk bînin ev serdan hatiye betalkirin.
Sûdanî ku ev du roj in li Mûsilê ye, bi rêveberên ewlekarî û îdarî yên bajêr re hevdîtinan dike.
Derbarê serdanê de ji ofîsa Sûdanê jî daxuyanî hat dayîn.
Sûdanî parêzgeha Nînewayê ku navenda wê Mûsil e, bi "Iraqa Biçûk" bi nav kir û bal kişand ser wê yekê ku civakên cuda yên etnîkî, olî û mezhebî li wê parêzgehê dijîn.
Sûdanî diyar kir, wê avakirina binesaziya aborî li parêzgehê destpê bike û wê bibe navendeke ewlehî û aramiyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin