Serokwezîrê Iraqê: Helebce weke birîneke kûr di dilê me de ye

16 adar 2021 18:22
Serokwezîrê Iraqê: Helebce weke birîneke kûr di dilê me de ye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro 16ê Adarê di salvegera komkujiya kîmyabarana Helebceyê ragihand, “Kîmyabarana Helebceya Şehîd li Kurdistana Iraqê, wek birîneke kûr di dilê me de ye.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi daxuyaniyekê ragihand:"Em îro serpêhatiyeke bi êş di dîroka gelê me yê li dijî zordarî û dîktatoriyê de bibîr tînin, ji ber ku em 33emîn salvegera komkujiya Helebceyê li Kurdistana Iraqê bi çekên kîmyewî bibîr tînin ku di encamê de bi hezaran welatiyên sivîl bûn qurbanî.”

Kazimî got: "Dijwariya vê trajediyê heta roja îro me hişyar dike ku çekê qirkirina bi komî dema bikeve destê zordarekî li ser rûyê erdê dikare di bin navê kîn û nîjadperestiyê de her tiştî bike û ji bo mayîna xwe jî dikare neheqî, teror û hovitiyê bike."

Kazimî diyar kir, "Helebce belge û qurbaniyeke giranbiha bû ku gelê me yê kurd dabû, wek çawa gelê me yê Iraqê bi giştî jî qurbanî ji bo rizgarî û xelasbûna ji neheqiya desthilatdarekî qure dane.”

Di berdewamê de Kazimî da xuyakirin, "Em îro êşa bîranîna qurbanîyan di dilê xwe de hildigirin, lê serxweşiya me ew e ku ew jî wek tawanên din ên serdema zordarîyê bi bîra me tîne ku çendî buhayê azadîyê û buhayê man û birina Iraqê ber bi demokrasîyê giran e.”