Serokwezîr pêswaziya sanda hevbes a Encumena Rêveberiya Banka Bexda û Banka Urdin-Kuweytê kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şanda hevbeş a ji Encumena Rêveberiya Banka Bexda û Banka Urdin-Kuweytê kir.
Êvariya borî (17.03.2024) Serokwezîr Barzanî li gel şanda bi serokatiya Mecîd El Sadî Serokê Lijneya Rêveberiya Banka Bexdayê civiya.
Di civînê de ku serokwezîrê berê yê Urdinê û endamê rêveberiya Banka Bexdayê Ebdulkerîm el-Kebarîtî jî tê de amade bû, behsa derfetên kar û projeyên hevbeş li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina sîstema bankî û pêşxistina aborî hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de behsa projeya "Hesaba Min" kir û bal kişande ser reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê sîstema bankî, dîjîtalkirina xizmetguzariyan û peredana elektronîk de.
Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku ew li gel Serokwezîrê Sûdanî Mihemed Şîe û Serokê Banka Navendî Elî Alak derbarê destpêşxeriyên curbicur yên di warê pêşxistina hemahengî ya sîstema bankî de li gor şert û rênimayiyên Banka Navendî ya Iraqê di pêwendiyê de ne.
Şanda mêwan dilgiraniya xwe li hember pêşkeftina pirojeya “Hesabê min” û nêrîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya pirrengkirina aborî û pêşxistina sîstema bankî nîşan da. Her du alî li ser giringiya piştevanîkirina hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê bankî de hemfikir bûn.
Banka Bexdayê, ku yek ji mezintirîn bankên bazirganî yên Iraqê ye, yekem bank bû ku ji aliyê Banka Navendî ya Iraqê ve di sala 1992a de destûr wergirtibû. Urdun-Kuweyt Bank jî bankek Urdunî ye ku li gelek welatên Erebî şaxên wê hene.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin