Sirbistan/ Pistî xwepêsandanan serokwezîr îstîfa kir û hukumet ket
20 adar 2025 02:47
PeyamaKurd – Li Sirbistanê piştî xwepêşandanan serokwezîr Milos Vucevic îstîfa kir û hukumet ket. Meclisa Netewî ya Sirbistanê biryara îstîfa serokwezîr Milos Vucevic qebûl kir.
Seroka meclisê Ana Brnabic, biryara îstîfa Vucevic xwend, sipasiya serokwezîr kir lê muxalefet tevî civîna meclisê nebû.
Piştî îstîfa serokwezîr, li gor qanûnên Sirbistanê divê di nav 30 rojan de hukumetê ava bikin. Eger heya 18ê Nîsanê hukumetê ava nekin, serokkomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic dikare biryara hilbijartina giştî ya li seranserê Sirbistanê bide.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin