Serokwezîr pêswaziyê li Balyozê Fransa Patrick Durel kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Fransayê yê Iraqê kir û pê re li ser hin mijarên gring danûstandina ramanî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li paytext Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Fransayê yê Iraqê Patrick Durel kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di vê hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransayê Patrick Durel li ser geşedan û pêşhateyên demên dawî yên li Herêma Kurdistan û Iraqê de danûstandina ramanî kirine
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di hevdîtinê de her wiha pêwendiyên dualî yên navbera Herêma Kurdistan û Fransayê jî hatine nirxandin û aliyan daxwaza hewlên bêtir geşkirina van pêwendiyan kirine.
Hukûmetê di daxuyaniyê de her wiha ragihand ku di hevdîtinê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe yên di derbarê amadekariyên birêveçûna hilbijartinên Perlamena Kurdistanê bi hev re parve kirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin