Macron, Bayrou wek serokwezîrê nû yê Fransayê erkdar kir
13 berfanbar 2024 22:03
PeyamaKurd – Piştî krîza butçeyê ku Serokwezîr Michel Barnier, nekarî ji parlamentoyê baweriyê bistîne û îstifa xwe bide, posta serokwezîriyê vala mabû û hikûmet ketibû.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, îro 13ê Kanûnê, Serokê Partiya Tevgera Demokrat a rastgir François Bayrou ku di nav tifaqa hilbijartinan de ye, weke serokwezîrê demkî yê Fransayê peywirdar kir.
Bayrou yê 73 salî dibe çaremîn serokwezîrê Fransayê di sala 2024an de, ji ber krîza siyasî tê erkdarkirin.
Dê serokwezîrê nû di çend rojên bê de kabîneya xwe ragihîne û ji bo derbaskirina budçeya 2025an dest bi xebatên xwe bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Macron Serokwezîrê nû yê Fransayê eskere kir: Michel Barnier
05 îln 2024
Cîhan
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê nûh yê Fransayê pîroz kir
13 brf 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin