Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê nûh yê Fransayê pîroz kir

14 berfanbar 2024 00:12
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê nûh yê Fransayê pîroz kir

PeyamaKurd –  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê nûh yê Fransayê François Bayrou pîroz kir. Serokê Fransayê Emmanuel Macron siyasetmedarê Fransiz yê merkezî, François Bayrou ji bo hukumeta nûh ava bike erkdar kiribû.

Li ser mijarê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di ser hsabê xwe yê Xê de peyama pîrozbahiyê bi zimanê Kurmancî û Fransizî belav kir û tê de got:

“ Li ser navê Herêma Kurdistanê ji ber serokê Fransayê birêz François Bayrou erkdar kiriye û hukumeta nû ya Fransayê ava kiriye, ez wî pîroz dikim. Di berpirsiyariyên wî de, ez jê re serkeftinê dixwazim.

Ez bawerim wê têkiliyên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê yên dîrokî, wê pêşde herin û dewam bikin. Ji bo em bigihên hedefên xwe yên hevpar, ez car din dibêjim ku herêma Kurdistanê wê hevkariya xwe ya bi Fransayê re dewam bike û em dubare dikin.”