Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransa yê li Iraqê kom bûn

15 nîsan 2026 21:53

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransa yê li Iraqê Patrick Durel li hev civiyan.

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransa yê li Iraqê kom bûn

RûpelNews - Di hevdîtinê de, di derbarê geşedanên dawî yên rewşa herêmê û bandorên şer li ser asayîş û aramiya li Rojhilata Navîn û cîhanê de guftûgo hatin kirin.

Her du alî daxwaz kir ku agirbesta demkî berdewam bike û şerê heyî bi temamî bi dawî bibe da ku rê li ber aştiyeke mayînde pêk were.

Nêçîrvan Barzanî pesna hewldanên Fransayê û Serokomarê vî welatî Emmanuel Macron kir û amaje pê kir ku wî her dem bi navê aştî û aramiya li Rojhilata Navîn de rola xwe lîstiye û piştgiriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.
Di heman demê de pêvajoya siyasî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê jî di hevdîtinê de hat axaftin. Di vê mijarê de, tekezî li ser girîngiya gotûbêj û lihevkirina aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan hat kirin.