Serokomariya Tirkiyê: Eger pêwîst bike em dikarin bi Besar Esed re bicivin

12 cotmeh 2022 15:29
Serokomariya Tirkiyê: Eger pêwîst bike em dikarin bi Besar Esed re bicivin

PeyamaKurd – Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin diyar dike, eger berjewendiyên wan pêwîst bike, ew dikarin bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re bicivin.

Li gor Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin li ser egera hevdîtineke Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed ji televîzyoneke Tirkiyê re da zanîn, ji bo niha tu zemîneke siyasî ji bo wê hevdîtinê tune, lê ger berjewendiyên wan pêwîst bike, ew deriyan nagirin û Erdogan û Esed dikarin hev du bibînin.

Daxuyaniyên Kalin piştî ku di dema dawî de asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê bûbû rojev û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gotibû: “Ti pirsgirêka me bi têkbirina Esed re nîne. Di navbera dewletan de diyalog û dîplomasiya siyasî nayê qutkirin” hatin.

Herwiha rayadarên Sûrî jî eşkere dikin, egera nêzîkbûna bi Tirkiyê re heye û welatê wî amade ye pêwendiyan bi Tirkiyê re baştir bike, lê hin mercên wan hene, wek derketina hêzên artêşa Tirkiyê ji nava xaka Sûriyê û dawî li piştgiriya komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê bîne.