Sekreterê IYI Partiyê: Eger pêwîst bike li gor min divê HDP bê girtin
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê IYI Partiyê Ugur Poyraz, îro li ser pirseke derbarê doza girtina HDPê de diyar kir: “Eger pêwîst bike, li gor min divê HDP bê girtin.”
Ugur Poyraz, îro beşdarî bernameyeke televîzyonî bû û derbarê pêşhatên siyasî yên li Tirkiyê de axivî û li ser pirseke derbarê girtina HDPê de da zanîn: “Di doza girtina HDPê de, proseya pêwendiyên wê yên ligel terorê niha li darazê birêvediçe. Daraz wê biryara herî rast bide. Eger pêwîst bike, li gor min divê HDP bê girtin.”
Ev di demekê de ye 20ê Çileya 2022ê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê di çarçoveya doza ku bi armanca girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye vekirin, nêrîna Dozgerê Dadgeha Bilind a Tirkiyê ji HDPê re şandibû û ji bo parastinê 30 roj dem dabû wê partiyê.
Piştî vê yekê HDP dê parastina xwe ya li ser girtina dozê amade bike û di wan 30 rojan de parastina xwe bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin