Serokomarê Awusturyayê xelata hunerî da du hunermendên Kurd

21 rêbendan 2023 18:29
Serokomarê Awusturyayê xelata hunerî da du hunermendên Kurd

PeyamaKurd – Serokomarê Awusturyayê (Nemsa) Aleksander Van der Bellen xelata hunerî da hunermend Nîgar Hesîb Qeredaxî û Şemal Umer.

Li gor zanyariyan, li Koşka Serokomariya Awusturyayê, êvara 19ê Çileya 2023an bi sernavê "Spas ku hûn hene", ahenga pêşkêşkirina xelata hunerî ya Awusturyayê ya sala 2022an hat lidarxistin û xelata hunerî pêşkêşî hunermend Nîgar Hesîb Qeredaxî û Şemal Umer hat kirin.

Herwiha di merasîmê de Nîgar Hesîb Qeredaxî ji Serokomarê Awusturyayê re got: “Em 30 sal berê wek du hunermendên Kurd penaberî vî welatî bûn, niha jî em kêfxweş in û şanaziyê bi wê yekê dikin ku cenabê we xelata hunerî ya Awusturyayê didin me.”

Hêjayî gotinê ye, Navenda Şanoyê ya Lalişê di sala 1998an de li Viyenayê ji aliyê Nîgar Hesîb û Şemal Umer ve hat damezrandin û navendeke xwedî ezmûn e ji bo lêkolîn û performans û nimayîşkariya navbera çandên cuda. Di nava 24 salên xebata xwe de, geş bûye û bûye yek ji navendên herî girîng û navdar ên hunerê yên li Awusturyayê.