Serokomarê Îranê: Hewldanên navbeynkariyê dest pê kirine

06 adar 2026 11:16

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ragihand ku hin welatan ji bo rawestandina şer dest bi hewldanên navbeynkariyê kirine.

Serokomarê Îranê: Hewldanên navbeynkariyê dest pê kirine

RûpelNews - Pezeşkiyan, li ser hesabê xwe fermî yê Xê bi farisî û îngilizî peyamek belav kir. Pezeşkiyan, di peyama xwe de dibêje, ew pabendî aştiyeke mayînde ne lê ew li ser parastina rûmet û serweriya neteweya xwe de ti bazarê nakin.

Peyama Pezeşkiyan wiha ye: 

“Hin welatan dest bi hewldanên navbeynkariyê kirine. Werin em zelal bin: em pabendî aştiyeke mayînde ya li herêmê ne, lêbelê di parastina rûmet û serweriya neteweya xwe de ti dudiliya me nîne. Divê navbeynkarî wan aliyan ku gelê Îranê kêm dîtin û ev pevçûn gur kirin li ber çavan bigirin.”