Serok Barzanî pirsa seroktiya Parlamentoya Iraqê bi Helbûsî re gotûbêj kir
04 tîrmeh 2024 22:40
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de bi Serokê Partiya Teqedum Mihemed Helbûsî re civiya û li ser pirsa diyarkirina Serokê Civata Nûnerên Iraqê (Serokatiya Parlamentoyê) danûstandin kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Tîrmehê li bajarê Bexdayê bi Serokê Partiya Teqedumê Mihemed Helbûsî re hevdîtinek pêk anî.
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de, tevî behskirina rewşa siyasî ya Iraqê û hevkêşeyan, danûstandin li ser mijara diyarkirina Serokê Civata Nûnerên Iraqê û herwiha pabendbûna aliyan bi lihevkirina Hevpeymaniya Îdareya Dewletê û bicihanîna wê hate kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Serok Barzanî: Hindik mabû li Rojava karesateke mezin rûbide
05 sbt 2026
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin