Dadgeha Federal a Iraqê karê Desteya Seroktiya Parlamentoya Iraqê rawestand

13 rêbendan 2022 21:14
Dadgeha Federal a Iraqê karê Desteya Seroktiya Parlamentoya Iraqê rawestand

PeyamaKurd - Dadgeha Federal a Iraqê îro Pêncşemê 13ê Çile hemû karên Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê bi awayekî demkî ragirt. 

Li gorî zanyariyan Dadgeha Bilind a Federal ji ber doza ku parlamenter Basim Xeşan û Mehmûd Dawud Selman vekirine, karê serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî û cîgirên wî Hakim Zamli û Şaxewan Ebdula ragirt.

Wan parlamenteran bi hinceta ku di yekem civîna dema 5 a Parlamentoya Iraqê de binpêkirina yasayî û destûrî hatiye kirin doz vekirine.

9ê mehê parlamentoya Iraqê yekem civîna xwe ya xula 5an pêk anî û Mihemed Helbûsî wek serokê Parlamentoyê hat hilbijartin. Di heman civînê de Hakim Zamlî wek yekem cîgirê serokê Parlamentoyê (ji Tevgera Sedir) û Şaxewan Ebdula jî wek cîgirê duyem ( ji PDKê) hatin hilbijartin.