Serok Barzanî pêswaziya balyozê Brîtanya kir: Brîtanya dixwaze Kurdistan bihêz û yekgirtî be

17 berfanbar 2019 15:19
Serok Barzanî pêswaziya balyozê Brîtanya kir: Brîtanya dixwaze Kurdistan bihêz û yekgirtî be

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê pêşwazî li balyozê nû yê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hickey kir.

Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand ku di hevdîtina ku li nivîsgeha Serok Barzanî ya Selaheddîn pêk hatiye de, Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û pirsgirêk û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê û daxwaziyên xwepêşanderan û herwiha dilgiraniyên di derbarê serhildana valahiya îdarî û siyasî de hatin guftûgo kirin.

Di beşeke din a civînê de ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya û Balyozê Brîtanya yê Iraqê tekezî li wê yekê kir ku Brîtanya dixwaze Herêma Kurdistanê bihêz û yekgirtî be.

Danustandina bîr û ramanên di derbarê rewşa Sûriyê û metirsiyên serhildana DAIŞê mijareke jî di hevdîtinê de hatin axaftin.